Samî Tan
Di vê nivîsarê de ez dixwazim bala xwîneran bikêşim ser hin formên rêzimanî yên kêmnas û wan bi nimûneyên di helbestên klasîk ên kurdî de destnîşan bikim. Ji bo wê xebatê ez ê pirtûka mamosta Celîlê Celîl a bi navê “Keşkûla Kurdî” bingeh bigirim. Di vê keşkûlê de helbestên 38 helbestkaran cih digirin. Bi awayî mirov dişêt ji gelek helbestkaran nimûneyan bi dest bixe.
Kêşana lêkerê li gorî kesê yekem ê pirjimar (em)
Heta xoş în, nakeyn ji bîr (r. 22)
**
U’mrê e’zîz nadîn bi zor (r.23)
**
Her çend ku zêde dilkul în (r.24)
Îro ji bo mîr saîl în.
Her wekî tête zanîn, di kurmanciya nivîskî de kêşana her sê kesên pirjimar bi paşgira /-in/ê pêk tê, ji ber vê yekê mirov neçar dibe ku pê re cînavkê bi kar bîne, lê di hin devokên kurmancî de kesê yekem ê pirjimar paşgira /-în/ werdigire, her wekî ji mînakan jî diyar e, ew jî dihêle ku mirov bêyî cînavk lêkeran bikêşin. Ev form di zaravayê soranî de jî bi vî rengî tê bikaranîn.
Forma duyemîn a ku em ê li serê rawestin, daçeka “di” a ku dikeve navbera raveker û raveberê ye. Ev daçek di hin devokan de kurt dibe û bi raveberê ve dizeliqe.
Mînak:
Ey felek dîsa te kul kir
Derd û êşanê di min
Mislê bilbil meylê gul
Zar û efxanê di min (Keşkûl: 121)
**
Ew eqîq û dur û gewher
Yengî û elmas û cewher
Le’l û yaqûtê di ehmer (Keşkûl:122)
Tê ji seylanê di min
**
Ey Sewadî bes bibêje
Qesseta i’şqê dirêj e
Berf û baranê birêje
Ebr û nîsanê di min (Keşkûl:122)
**
Kuştime çavên di reş, awiran kirime kebab (Keşkûl:140)
**
Zulfêns sîyah, burhên di reş
Têk da wekî hatin bi meş
Heyrana çehvên di geş
Dixwazim nûra leme’tê (Keşkûl:194)
**
Siha selwa semen bûne, dilim da ber di çogan e (Keşkûl: 199)
**
Tu wa hatî perîzade
Li ser çavê di min şalan (Keşkûl: 212)
Min wa zanî tu yî hatî
Ji dengê toq û xilxalan
**
Gava dibînit zarezar
Her ew nezîrê bêmisal
Ew li hêvya xelqên di jar (Keşkûl:215)
Em çend mînakan jî ji pirtûka bi navê “Şêxê Sen’anîya” ya Feqîyê Teyran bidin.
Xalên li nik dêmê bi nûr/ Zendê spî, zulfên di hûr (Şêx: 59)
**
Ji êşa di dil, derdê xedar/ Ar nakitin ji cema’etê
**
Birîyên di reş, dêmê koyîs/ Hiş birîye, sebr netê. (Şêx: 63)
Belê, ev form di berhemên folklorîk de jî têra xwe hene. Ji alîyê wateyî ve ev daçek balê dikêşe ser ravekerê û wê berbiçavtir dike. Wisa xuya dike, hinek devokan ev forma rêzimanî parastîye, hinekan kurt kiriye û pê dirûvê raveka pirjimar guherîye, her wekî “çavêd reş/ çavêt reş”, di hin devokan de jî ev daçek nemaye.
Formeke din a ku em ê balê xwe bidinê jî forma “ê”ya ku piştî biker tê ku çextê dixe ser bikerê/a wî karî. Her wekî “Ez ê baş im”. Ev form di hin devokan de wekî “î” derdikeve pêşberî me, her wekî “ez î baş im”, li gorî zayenda biker diguhere, dema ku biker mêr be, dibe “ez î/ê baş im” û dema ku biker jin be îcar dibe “ez a baş im” ji bo jinan. Mixabin di mînakên ku me peyda kirin de bi tenê forma “ez ê baş im” heye.
Mînak:
Ji i’şqa te ez ê dîn im. (Keşkûl: 40)
**
Ez ê sohtim şubhê momê. (Keşkûl: 52)
Ez ê dîn im, ez ê gêj im. (Keşkûl: 102)
Ez ê dîn im, ez ê har im. (Keşkûl: 103)
Wekî encam, em dikarin bibêjin ku zimanê me gelek formên rêzimanî hene ku neketine nav zimanê nivîskî yê nûjen, lê belê ew form di wêjeya gelêrî û wêjeya klasîk a kurdî de hatine parastin. Lewma jî divê mirov bala xwe bide wan forman û yên bikêr ên ku hêz û şîyanî zimên a derbirînê zêde dikin û wan di zimanê nivîskî de jî bi kar bîne.
Binêr:
1 – Celîlê Celîl, Keşkûla Kurmancî, Wîen, 2004.
2 – Feqîyê Teyran (Edît: Celîlê Celîl), Şêxê Sen’anîya, ÎnstîtûtaKurdzanîyê- Wîen, 2003.